“Biryarên Barzanî neyên cîbicîh kirin tiştek nayê guhertin”

Derbarê biryarên Barzanî de, maostayê Zanîngeha Silêmaniyê Marif Umer Gul, da zanîn ku herçiqas ew biryar dereng derçûn, lê girîng in û divê werin cîbicîh kirin û tenê li ser kaxezê nemine.
kurdistan24.net

K24 – Silêmanî

Derbarê biryarên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, maostayê warê yasa li Zanîngeha Silêmaniyê Marif Umer Gul, da zanîn ku herçiqas ew biryar dereng derçûn, lê girîng in û divê werin cîbicîh kirin û tenê li ser kaxezê nemine.

Li ser biryarên Barzanî yên derbarê reforman de, Marif Umer Gul ji Kurdistan24ê re got: “Divê qebareya hikûmetê were biçûkkirin, hikûmeteke biçûk were pêkanîn û hikûmeta niha were hilweşandin. Niha pirs gelekî aloz bûne, loma ji bo çareserkirina wan divê pêngavên pratik bên avêtin.”

Roja Çarşemba borî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi armanca zêdetir rêxistina karûbarên hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku êdî divê reform din av hikûmetê de bên kirin. Biryarên Serok Barzanî wiha ne:

- Encamdana çaksazî û rêxistinên li van warên xwarê:

  1. Pêdaçûna bi heykeliyeta kargêrî (îdariya) Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistina li ser bingeheke guncaw û li gor pêwîstiya Hikûmetê.
  2. Pêdaçûna bi heykeliyeta darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistina jimêryariyên li hemû saziyên Hikûmet û Wezareta Darayî li ser bingeheke guncaw.
  3. Pêdaçûna bi hemû mîlakatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta rêxistina mîlakat, û karkirina damezrandina Encûmena Raje.
  4. Pêdaçûna bi mîlakata hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û saziya Pêşmerge û rêxistina mîlakat û heykeliyeta serbaziya hêzên Pêşmerge û rêxistina wan.
  5. Pêdaçûna bi hemû zeviyên çandinê û geştuguzariyan(turizmê) û rêxistina wan û nehiştina her zêdeçûnek li ser mulkên giştî.
  6. Pêdaçûna bi hemû mulkên Hikûmetê ku bi awayeke girêbest yan girêbesta banevanî yan li ser bingeha veberhênanê bi hemwelatiyan hatine dayîn û rêxistina mulk û zevî û avahiyan û hemû kirêyên hikumetê bi ber çav girtina rewşa aborî.
  7. Pêdaçûna bi hemû wan xanî û mulkên ji aliyê Hikumetê ve bi kirê hatine girtin bi mebesta kêmkirinê wan û rêxistina kirên wan.
  8. Pêdaçûna bi xerca saziyan û nehiştina xerciyên zêdeçûnê.
  9. Pêdaçûn û rêxistina dahata Herêma Kurdistanê.
  10. Pêdaçûna sîstema veberhênana li Herêma Kurdistanê.
  11. Ew kompanyayên ku bi awayeke yasayî li erk û çalakiyên xwe de serkeftî bûne li gor mekanîzmekî guncaw daxwaz ji wan bê kirin ku ji bo derbasbûna qeyrana darayî û yarmetîdana rewşa aboriya Herêma Kurdistanê beşek ji sûdên xwe pêşkêşî gencîneya Hikûmetê bikin.
  12. Ew kes û kompanyayên bi awayeke neyasayî dewlemend bûne û tevlî gendeliyê bûne pêwîste îcraat li gel wan da bê kirin û li gor mekanîzmek û bi awayeke dadperwerane sûd û dahatên wan bidin gencîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
  13. Ji bo bi cîhkirin û duvdaçûna vê biryarê bi fermana Herêmî lîjneyek tê pêkanîn ku karên xwe li gor mekanîzmekî guncaw encam dide û encama karên xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê bilind dike.