Krîza darayî bandor li çapkirina pirtûkan dike

Krîza darayî ya Herêma Kurdistanê bandor li ser çapkirina pirtûkan kiriye. Projeya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê ku bi salane hejmarak pirtûk ji endamên wê yekîtiyê re çap dikirin, lê îsal ew proje hate girtin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e18ab829-f392-4f81-b520-281b890c20d4/ChapkirnaPertokan.ism/manifest

K24 – Dihok

Krîza darayî ya Herêma Kurdistanê bandor li ser çapkirina pirtûkan kiriye. Projeya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê ku bi salane hejmarak pirtûk ji endamên wê yekîtiyê re çap dikirin, lê îsal ew proje hate girtin.

Serperiştê bilind yê wê projeyê di Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Dihokê Slam Balayî, ji K24ê re ragehand ku, ew neçar in di vê krîzê de, destgirtinê bikin, daku karibin karên xwe yên nû birêve bibin.

Nivîskar Diya Ciwan di vê derbarê de jî ji K24ê re got: “Krîza aborî bandora xwe li çapkirina pirtûkan jî kiriye, ev yek jî cihê dilêşiya me ye, hêvîdar in ev krîz di zûtirîn dem de desbas bibe.”

Hatina krîza darayî li ser Herêma Kurdistanê, hemû çînên civakê ji vê krîzê bêpar nebûn.