Serokwezîrê Libnanê bo K24: Referandûm berpirsyariya Serok Barzanî ye
K24- Munchen
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Munchenê ligel Serokwezîrê Libnanê, Temam Selam civiya.
Piştî civînê, Temam Selam ji peyamnêrê K24ê re ragihand ku, ji niha ve pirsa referandûmê û çarenivîsa Herêma Kurdistanê ji berpirsyariya Serokê Herêma Kurdistanê ye.
Herwiha Selam got: “Bêguman em hevxemê êş û janên gelê Kurd in, me zanyariyên baş di vê derbarê de ligel Serok Barzanî veguhertine, baweriya me ya baş bi Serok Barzanî heye bo serkirdayetiya gelê Kurdistanê û roleke wî ya mezin heye ji bo derbaskirina vê rewşê.”
Derbarê referandûmê de jî Serokwezîrê Libnanê wiha anî ziman: “Me sala borî û îsal jî ligel Serok Barzanî behsa vê mijarê kiriye, ev jî berpirsyariya Serok Barzanî ye.”