Wezîrê Derve yê Îtalya bo K24: Emê alîkariya Pêşmergeyan bikin

Li Munchenê Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya.
kurdistan24.net

K24- Munchen

Wezîrê Derve yê Îtalya, Paolo Gentiloni ji K24ê re ragihand ku, ew dê li ser alîkarîkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalya, Paolo Gentiloni li Munchenê civiyan.

Hevdîtin di çarçoveya Konferansa Ewelehiyê ya Munchenê de hatiye kirin.

Piştî civînê, Paolo Gentiloni taybet ji K24ê re ragihand ku, dê Îtalya li ser alîkarîkirina Pêşmergeyan berdewam be.

Gentiloni diyar kir jî ku, biryara referandûmê biryara xelkê Kurdistanê ye û wiha berdewam kir: “Ew dixwazin biryar bidin û em naxwazin bandora me li ser wê biryarê hebe.”