Amerîka careke din bersiva Tirkiyê da

Li ser vê yekê Berdevkê Wezareta Derva yê Emerîkayê John Kîrby li ser nerazîbûnên Enqereyê ragihandibû ku, YPG ji bo wan ne rêxistineka terrorist e

K24-Navenda Nûçeyan

Tirkiye û Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê derbarê Yêkineyên Parastina Gel YPGyê de lihev nakin û ev mijar ber bi krîzekî ve diçe.  Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan YPGyê wekî terrorist binav dike. Lê belê berpirsên Amerîkî jî berevajî Tirkiyeyê didin zanîn ku di şerê li dijî DAÎŞê de YPG hêza herî serketfî ye û ne terrorist e.

Berpirsekî Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê îddiayên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu derew derxist.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan beriya niha îddia kiribû ku dema ew ligel Cigîrê Serokê  Emerîkayê Joe Bidenî civîyabûn, çend belgeyên derbarê pêwendiyên PYD û PKKyê de pêşkêşî Bidenî kiribû.

Erdogan dabû zanîn ku, li gor wan belgeyan PYD ji PKKyê ne cûda ye û ew jî rêxistinek terrorist e. Herwiha bi gilî pirsiyar kir bû ku, divê Amerîka biryarek bide ka gelo ew dostê Amerîkayê ne an PYD?  Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu jî li paytexta Macarîstanê Bûdapeşteyê, di heman çarçoveyê de daxuyaniyek belav kiribû û nerazîbûnên xwe anîbû ziman.

Lê belê berpirsekî Amerîkî daxuyaniyên Erdogan û Çavûşoglu derew dêrxist.  Li gor rojnameya Cumhuriyetê berpirsekî Amerîkayê  ji wan re ragihandiye ku, Tirkiye ti belgeyên di vê derbarê de ne ji Biden re, ne jî ji şandeya ligel wî re pêşkêş nekiriye.  Li gor wî berpirsî wekî Biden jî li Stenbolê eşkere kir bû ku, Amerîka piştgirya PYD û YPGyê dike lê ew kiryrên PKKyê napejirînin û şermezar dikin.

Heta niha gelek caran rayedarên Emerîkayê piştgiryên xwe yên bo YPGyê eşkere kiribûn û ev yek jî navbera Tirkiye û Emerîkayê de dibe sedema nakokiyên kûr. Dema nûnerê taybet a Barcak Obama Brett McGurk serdana rojavayê Kurdistanê Kobaniyê kiribû û ligel berpirsê ragihandina YPGyê Polat Can re civîyabû û ji Enqereyê serhev daxuyaniyên nerazîbûnê ku, heta niha jî didome hatibûn dayîn.

Li ser vê yekê berdevkê Wezareta Derva yê Emerîkayê John Kîrby li ser nerazîbûnên Enqereyê ragihandibû ko YPG ji bo wan ne rêxistineka terrorist e. Berevajî vê vê yekê şervanên kurd di şerê li dijî DAÎŞê de  hêzên herî serkeftî ne û dê piştgiriyên wan bo YPGyê bidome.

Duh jî berdevkê Wezreta Derva yê Emerîkayê Mark Toner diyar kir ku, PYD, di tekoşîna dijî DAIŞê de hêzeke bi bandor e û heke ew li ser rewşa Sûriyê rawestin divê PYDyê jî ligel grûbên din yên siyasî hisab bikin.

_