PYDê Nûneratiya xwe li Rûsyayê vekir

Çavdêrên Siyasî dibêjin, eger danpêdaneke fermî bi vê nivîsingehê were kirin, wê demê pêwîste Rûsiya nûneratiya xwe li Qamişlo jî veke
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/72a18c0b-45de-406b-909d-5537819cf78b/nivisngeh.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca bihêzkirina pêwendiyê fermî û  Diblomatîk li welatên cîhanê, Rêveberiya Xweser li Rojavayê kurdistanê nîvîsîngeha xwe li Rûsyayê ve kir.

Derbarê vê mijarê de, Cîgira Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Cizîrê Emîna Osê ji K24ê re wiha got: "Min berî niha jî amaje bi yekê jî kir ku, bi armanca danûstandinên fermî li gel Rêveberiya Xweser ev nûneratî hat vekirin,  ne tenê li Rûsyayê ofîs dê were vekirin, lê li Almanyayê jî amadekariya vekirina nûneratiyê li wî welatî bi dawî hatine."
Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî a Kurd li Sûriyê ofîsa Rêveberiya Xweser li Rûsyayê weke nûneratiya hemû Kurdan nabîne, ew tenê weke ofîsa aliyeke siyasî dibîne, ji ber ku heta niha ti welatan Rêveberiya Xweser qebûl nekir ne.
derbarê helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ji vekirina wê ofêsî re Serkirdeyê ENKsê Mihsin Tahir wiha ji K24ê re axifî: "Ew karê ku tê kirin nayê wê wateyê ku ev Rêveberî ji aliyê miletê Kurd li Sûriyê ve hatiye hilbijartin,  her kes dizane ku ew ofîs nûneratiya Kurdan nake."
Çavdêrên Siyasî dibêjin,  eger danpêdaneke fermî bi vê nivîsingehê were kirin, wê demê pêwîste  Rûsiya nûneratiya xwe li Qamişlo jî veke,lê berpirsên Rûsiyê dixwazin bi vekirina vê nûneratiyê pirsgirêk û aciziyê ji Tirkiyê re çêkin, herwiha ji Amerîkayî re bidin diyar kirin ku PYdê nêzîkî wî welatî ye. Ji aliyeke din ve dixwazin piştî ku PYde li kongreya Cenvê3 nehatin vexwendin wê razî bikin.