Nûnerê Obama bo K24: Me krîza darayî ligel Barzanî gotûbêj kir
K24- Munchen
Di daxuyaniyeke taybet de bo K24ê, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê, Brett H. McGurk behsa hûrgiliyên civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
McGurk ji peyamnêrê K24ê re got: “Me behsa plana kontrolkirina Mûsilê, piştgiriya Amerîka bo Iraq û Herêma Kurdistanê û krîza darayî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.”
Barzanî bo sala duyem li ser hev, bi serokatiya şandeyeke payebilind ji bo Konferansa Munchenê hatiye vexwendin.
Di çarçoveya konferansê de, Barzanî ligel çendîn serok û rayedarên welatan de civiya ye.