Siûdiye bo şerê DAIŞê firokeyan dişîne Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan
Erebistana Siûdiyê firokeyan dişîne navenda leşkerî ya “Incirlik” li Tirkiyê, bo şerê DAIŞê li Sûriyê. Tirkiyê jî ragihand ku ew dikarin tevlî operesyoneke bejayî li Sûriyê bibin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çawîşoglu, îro ji rojnameya “Yeni Şafak” re ragihand ku, şandeke Siûdiyê hat navenda Incirlikê ya Tirkiyê şopandin. Bo şerê DAIŞê jî, dê firokeyên xwe bişîne wê navendê.
Çawîşoglu amaje bi wê yekê kir ku, hejmara firokeyên Siûdiyê yên dê bên Incirlikê ne diyar e, herwiha ne diyar jî heger leşkeran jî bişîne yan na.
Herwiha Çawîşoglu ku li Munchenê beşdarî konferansa ewlehiyê dibe, got: “Heger planek ji vî awayî hebe, Tirkiye û Siudiyê dikarin tevlî operesyoneke bejayî li Sûriyê bibin.”
Eerbistana Siûdiyê ragihandibû ku, ew amade ye, di çarçoveya Heveymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, hêzên leşkerî yên bijayî bişîne Sûriyê, bo şerê DAIŞê bikin.