Davutoglu: Wek me li Qendîlê kir emê li Sûriyê jî bikin

Serokwezîrê Tirkiyê radigehîne ku, welatê wî dê de dema pêwîst de, bi operesyoneke leşkerî li dijî YPGê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê radigehîne ku, welatê wî dê de dema pêwîst de, bi operesyoneke leşkerî li dijî YPGê bike.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ji bajarê Erzincanê ya Bakurê Kurdistanê de, di hevdîtineke telefizyonî de got: “Heger pêwîst be, wek tedabîrên me li Iraq û Qendîlê kirine, emê li Sûriyê jî bikin.”

Artêşa Tirkiyê îro, pêgehên YPG û HSDê li firokxaneya Minigê û gundê Meranaz û Malkiyê yên ser bi bajarê Ezazê û gundê Yazibax ya ser bi navçeya Şera ya Efrînê bi topên giran topbaran dike.

Tirkiyê dibêje ku, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şaxek in ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne, û bi rêxistinên “terorî” binav dike.

Lê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kerby berî çend rojan bersiva Tirkiyê da û got ku, “Washington nabîne ku PYD rêxistineke terorî ye û emê berdewam bin di hevkariya wan de.”