Başûrê Kurdistanê: Konfranseka Taybet bi damezrndina Herêmekê bo Sûnneyan hat encamdan.

Sûnneyên Îraqê tenê ragehandina Herêmeka serbixwe li deverên Sûnnenişîn bi rê dizanin bo çareserkirina arîşeyên xwe.

K24: Hewlêr:

Sûnneyên Îraqê tenê ragehandina Herêmeka serbixwe li deverên Sûnnenişîn bi rê dizanin bo çareserkirina arîşeyên xwe.

Di van deman de Sûnne yên Îraqê, tenê ragehandina Herêmeka serbixwe li deverên Sûnne nişîn bi rê dizanin bo çaresrkirina arîşeyên xwe. Dibêjin jî: Emerîka û civaka nêvdewletî û welatên Erebî piştîvanîya serxwebûn a Sûnneyan dikin. Ji bo vê yekê jî li Başûrê Kurdisatnê  konfiranseka taybet bi rewşa Sûnneyan encamdan.

Alîyên Sûnneyên Îraqê dibêjin: Li Îraqê  jîyana me di metirsîyê deye.

Başûrê Kurdisatnê  li jêr siha wê aramî û tenahîya ku heye, bûye cihê vehewandina Sûnneyên Îraqê, ji bilî vê yekê jî bûye cihê kombûna serkirdeyên sîyasî û olî yên rêçik Sûnne yên Îraqê.

Sîyasetvanê Sûnne Ednan Dilêmî dibêje: Li gor hilkevta cugrafîya devera Sûnneyan, eger herêmeka Sûnnn bihê ragehinin; ewê dibe hevsûya Başûrê Kurdistanê  û niha tenê Herêm a Kurdistanê cihek arame bo Sûnneyan ku têde bijîn.

Dilêmî dibêje: Ragehandina Herêmeka Sûnne karvedaneke li hember wê yekê ku li Îraqê li dijî wan dihên encamdan.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d427016e-d2c9-4371-bc22-19956951429e/konfransi%20rawshi%20sonnakan.ism/manifest