li Qamişlo Cenêv3 hat nerxandin

Li Cenêv3 eger heye ku pirsa Kurdî li ser maseya navdewletî were gotûbêjkirin, Rûsyayê jî piştgiriya ESD dikin, êdî pêwîste şandeke Kurdî ya hevbeş nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fe4a0d46-7ab6-4519-9904-2f2944da4637/mala%20mandela.ism/manifest

K24-Qamişlo

Li bajarê Qamişlo Mala Mandêle simînarek derbarê kongreya Cenêv3 li darxistin, tê de xalên sereke di nûstandinên kongreyê de hatin gotûbêjkirin, herwiha tekezî li ser giringiya hebûna şandeke Kurdî ya hevbeş di wan danû standinan de hat kirin.

Derbarê wê simînarê de Serokê Desteya Pêwendiyên Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulerîm Umer ji K24ê re wiha got: "Ji dest pêka kirîza Sûriyê de, em li gel çareserkirineke siyasî re bûn, derbarê vê yekê ji me li Viyênayê daxuyaniyek bi navê hevrêziyê belav kir, herwiha me nameyek bo nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê Stffan De Mistura re rêkir. Em heta niha dixwazin proseya aştiyê cî be cîbibe."

Rewşenbîrên ku di vê simînarê de beşdarbibûn, tekezî li ser yekrîziya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê kirin, daku bikaribin berevaniyê li ber mafê gelê Kurde bikin û biparêzin.

Derbarê vê yekê de jî nivîskar û rojnamevan Ebas Mûsa ji K24ê re wiha axifî: "Berî ku beşdarbûna şandên Kurdî li Cenêv3, pêwîste lihev bikin û helwesta xwe bikin yek, yan jî berjewendiyên xwe nêzîkî hev bikin."

Ji aliyê xwe ve çalakvana rêxistinên sivîl Avdar Silêman nerîna xwe derbarê kongreya Cenêv3 wiha anî ziman: "Ez dixwazim her du alîyên siyasî  bibin yek, daku serê me bi wan bilind be, bikarin berevaniya van kesên ku di Rojava de mane û koçber nebûne bikin."

Li Cenêv3 eger heye ku pirsa Kurdî li ser maseya navdewletî were gotûbêjkirin, Rûsyayê jî piştgiriya ESD dikin, êdî pêwîste şandeke Kurdî ya hevbeş nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bike.