Xortekî Kurd dibe “Duyemîn Behremendê” Îranê

Herwiha tîma Sineyê çend medalyeyên zêrîn û zîvîn bidest xistin.

K24- Navena Nûçeyan

Xortekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê karî pleya duyem di pêşbaziyê “Meharet\Behremendî”yê de li Îranê bidest bixe.

Di Şazdehemîn pêşbaziyên “Meharet”ê de ku taybet e bi pîşeyên sen’etî, ciwanekî Kurd ji xelkê Seqizê karî pileya duyem bi dest bixe. 

Li gor ajansa Kurdpa, ew pêşbazî ku her sal bi beşdariya ciwanên bin 21 salî re li Îranê bi rê ve diçe, di 11’ê Sibatê de dets pê kir û piştî bidawîhatin û nirxandina berheman, Emîr Hacî Pîrotî wek ciwanê serkeftî di warê “Lûlekêşî û sîstema germê” karî pileya duyem û medalyaya zîw ji xwe re bi dest bixe.

Ji bilî Emîr Hacî Pîrotî, tîma Sine karî 2 medalyayên zêr di warê roboteke tîmî, 4 medalên zîw di warên dariştina girafîk, cûşkarî, û lûlekêşî, 2 medalyayên bironz di warê Akwatronîk û 3 dîplomên şanaziyê di warê berhemanîna tîmî bi dest bixin.

Emîr Hacî Pîrotî xwendekarê kardaniya “teisîsat” di zankoya azas a Seqizê de ye, ku berê jî di asta Seqizê û parêzgeha Seqizê pileya yekem bi dest xistibû.