Li ser sînorê Suriyê leşkerekî Tirk hat kuştin

Hat ragihandin ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê leşkerekî Tirk ji aliyê qaçaxçiyan ve hatiye kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê leşkerekî Tirk ji aliyê qaçaxçiyan ve hatiye kuştin.

Parezgerê Hatayê Ercan Topaca ragihand ku li navçeya Yalidagiyê komeka qaçaxçî dema dixwestin ji Suriyê derbasî Tirkiyeyê bibin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên ser sînor ve hatine dîtin û şer derketiye.

Topaca da zanîn ku dema leşkerên Tirk rê li ber qaçaxçiyan digirin di navbera wan de şer derdikeve û pev diçin, di wê navberê de kaçaxçiyek leşkerekî wan dide ber kêran, leşker ji stûyê xwe bi giranî birîndar dibe û piştî demek din jî canê xwe ji dest dide.

Parezger Topaca diyar kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîn didome û  hejmarek zêde ambulans, leşker û polîs bo navçeyê hatine veguhestin.