DAIŞê çekên kîmyayî li dijî Pêşmergeyan bikaraniye

Lêkolînên navdewletî ew yek piştrast kirine.

K24- Navenda Nûçeyan

Dîplomatkarekî tekez kir ku, encamên lêkolînan diyar kirin ku, DAIŞê çekên kîmyayî li dijî Hêzên Pêşmerge bikar aniye.

Di Tebaxa sala borî de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku, DAIŞê bi çekên kîmyayî êrîşî Pêşmergeyan kirine.

Li gor ajansa Reutersê, berpirsekî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî tekez kiriye ku, encamên lêkolînên ku li ser paşmayên wê êrîşî hatine kirin, diyar dikin ku, di wê êrîşê de gaza Xerdelê hatiye bikar anîn.

Di êrîşa ku li eniya Guwêr-Mexmûrê pêkhatibû de, 35 Pêşmerge birîndar bibûn.

Li gor pisporan, DAIŞê ew çekên kîmyayî ji Sûriyê bidest xistine. Herwiha bi rêya rokêtên Morter di êrîşên xwe de bikar anîne.

Beriya çend rojan jî, Rêveberê Sîxoriya Navendî ya Amerîkayê (CIA) ragihand ku, DAIŞê bêhtirî carekê çekê Kîmayayî li qadên şer bikar aniye.