DAIŞ ji 2 bajarokên Mûsilê vekişiya
K24- Navenda Nûçeyan
Li gor agahiyan, çekdarên DAIŞê ji 2 bajarokên Mûsilê vekişiyan e û malbatên xwe jî ligel xwe birine.
Ajansa Tesnîm a Îranî li ser zarê şêniyên bajarokên Mehlebiye û Hemîdat ên rojavayê Mûsilê veguhestiye ku, çekdarên DAIŞê bi temamî ji wan her du naveyan vekişiyan e.
Roja 9-10 Hezîrana sala 2014an, çekdarên DAIŞê Mûsil girtin û “dewleta xwe” ragihandin.
Li gor ku şêniyan diyar kiriye jî, çekdarên DAIŞê malbatên xwe jî ligel xwe birine, ji ber ku kes tola xwe ji wan nestîne.
Heta niha ev nûçe ji aliyên fermî ve nehatiye piştrastkirin, lê amadekarî bo destpêkirina proseya azadkirina Mûsilê berdewam in.