Welatî operasyonên Tirkiyê yên li Sûriyê dinirxînin

Tirkiye ev 2 roj in çeperên YPGê yên li Rojavayê Kurdistanê topbaran dike û ji YPGê dixwaze ku hêza xwe ji Azezê vekişîne.

K24 – Enqere

Tirkiye ev 2 roj in çeperên YPGê yên li Rojavayê Kurdistanê topbaran dike û ji YPGê dixwaze ku hêza xwe ji Azezê vekişîne. Herwiha amade ye ku bi operasyoneke bejayî bikeve Sûriyê. Gelo welatiyên Tirkiyê dixwazin Tirkiye bikeve nava axa Sûriyê yan na?

Aloziya li Sûriyê gihiştiye asta herî bilind û hemû dewletên li cîhanê xwedî rol têkildarî vî şerî dibin. Herwiha Tirkiye û Erebistana Siudî jî niha amadekariya operasyoneke bejayî li nav axa Sûriyê dikin.

Li aliyê din, Tirkiye hewl dide ku pêşveçûna hêzên Kurdan ya li rojavayê firatê bidawî bibe û bo vê yekê jî çeperên YPGê dide ber topan. Gelo welatî tevlîbûna Tirkiyê di şerê Sûriyê de çawa dibîne. Beşek ji welatiyên Tirk wiha piştgiriyê didin hikûmetê:

"Tu pirsgirêkeke me ya bi Sûriyê re nîn e. Lê belê çênabe Kurd li wê derê xurt bibin."

“Normal e. Li sînorê Tirkiyê metirsî heye, ji bo parastina sînorê xwe, divê dewlet têkilî wê derê bibe.”

"Mudaxaleyeke gelekî di cih de ye. Li hemberî me dijmenek heye ku bi şer dawî lê nayê, lê heta ji dest were divê ew bên perçiqandin."

“Em gelekî baş dibînin. Tirkmen li wê derê heye. Tirk li wê derê heye. Ji bo wan e. Em çi bikin. Xwedê alîkarê wan be.“

Lê belê li Tirkiyê kesên li dijî şer disekinin jî hene û dibêjin çênabe em têkilî axa tu kesî bibin û divê em kêşeyên navxweyî çareser bikin.

"Ez naxwazim nebaş behsa hikûmetê bikim. Bi xwe min dengê xwe jî da AK Partiyê lê belê divê em bi cîranên xwe baş bin."

"Li gorî min divê têkilî sûriyê nebin em.  Ne ku ez YPGê dibarêzim lê belê divê em têkildarî karê tu kesî nebin. Ez şaş dibînim."

"Ez bi temamî mudaxaleyeke bê fêde dibînim. Çênabe em têkilî nava axa wan bibin."

“Tirkiye baş dizane ku heger ew muxalîfên cîhadî ên ku Tirkiye piştgiriye wan dike bikeve, wê rûyê Tirkiyê jî diyar bibe. Ji ber ku ji destpêka şer Tirkiye piştgiriyan wan komên îslamî yên terorîst dike.”

Ji destpêka şerê Sûriyê heta niha Tirkiye her tim, dixwaze Beşar Esed ji ser hikûm biçe. Lê belê digel wê yekê naxwaze Kurd li wê derê xurt bibin û statûyekê bidest bixin. Herwiha gelek caran hişyariyên tund dide PYDê û niha li qada navneteweyî jî, dîplomasiyeke xurt dimeşîne ku destkeftên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê sînordar bike.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/146e5a75-5e3a-4509-8581-46a51f759b2c/Fikra%20Welatiyan%20Operasyona%20Suriye.ism/manifest