Tirkiyê li ser PYDê Amerîkayê rexne dike

Ji sala 2014an ve, taybet piştî peydabûna DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Amerîkayê hewlesta xwe beramberî Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) guhertiye, herwiha têkiliyê li gel wê partiyê weke terrorist nake, ev yeke jî dibe çar yekemîn ku, partiyeke Kurdî di navbera du hevpeymanan de pêwendiyan lawaz bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Tirkiyê li ser PYDê rexne li Amerîkayê dike û daxwaz ji wî welatî û Hevpeymaniya Navdewletî dike ku, bi yek çavî li Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û tirkiyê ne nêrin.

Derbarê vê mijarê de, Berdevkê Wezîrê Deve yê Tirkiyê di daxuyaniyê kê de wiha got: Em rexnê li daxuyaniyê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerrby dikin ku, Tirkiyê û YPGê weke hev dibîne û dike rêza wê rêxistina teroî de, Tirkiyê ji mêjde hevpeymana Amerîkayê ye, ev çendîn salin şerê terorê dike. Pêwîstiya me bi muhleta şerê PYDê nîne, şerê me li dijî terorîstan dê berdewam be.

Berî niha, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kerrby daxwaz ji her yek ji Tirkiyê ûYPGê kir bû ku,  şerê dijminê hevbeş DAIŞê bikin û şerê di nav bera xwe de rawestînin û hev nekujin.

ji sala 2014an ve, taybet piştî peydabûna DAIŞê li Iraq û Sûriyê,  Amerîkayê hewlesta xwe beramberî Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) guhertiye, herwiha  têkiliyê li gel wê partiyê weke terrorist nake, ev yeke jî dibe çar yekemîn ku, partiyeke Kurdî di navbera du hevpeymanan de pêwendiyan lawaz bike.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/71bf6328-65a6-40c8-90a2-e3752c8ba514/Turkey-amrika-ypg.ism/manifest