"Rizgarkirina keçên Kurd ên Êzdî ji xelata Nobelê giringtir e"

Nadya Mûrd keçeke Kurdistanî ye û ji Şingalê ye, herwiha berbijêra xelata Nobelê ye, li gel malbata xwe ji aliyê DAIŞê ve hate revandin, DAIŞê her şeş birayên wê û dayîka wê kuştin, tenê wê karî xwe ji destê wan rizgarbike.

K24-Navenda Nûçeyan

Keça Kurdistanî ya Êzdî Nadya Mûrad a ku ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, ji Lendenê paytexta Brîtanyayê bo ji navbirina DAIŞê banga yekgirtina Civata Navdewletî dike û dibêje: " Rizgarkirina keçên Kurd ên Êzdî ji xelata Nobelê."

Tevgera Demokratîk a Iraqê, bi hevkariya Yekîtiya Sendîkeyên Brîtanyayê ku hijmara endamên wê 12 milyon kes in,  li Lendenê derbarê karasata li ser Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve ji keça Kurdistanî û berbijêra xelata Nobelê Nadya Mûrad re simînarek li darxist.

Derbarê wê simînarê Çalakvan û berpirsê Pêwendiyê Derve yê Tevgera Demokratîk a Iraqê û birêvebirê wê simînarê Kawa Bîsaranî da zanîn ku, Nadya Mûrad hemû êş û azarên  Kurdan li ser mile xwe welat bi welat digerîne, dergehên siyasetmedar û kesayetiyên olî  dixe, ji wan dipirse? Çima hun bê dengin, hun çima tawanbaran siza nakin, kî dê erdê me li vegerîne, kî dê me biparêze, ka pêşeroja me.

Ji aliyê xwe ve Nadiya Mûrad ji rojnameya Şerq El-Ewsed re wiha got: "5 hezar û 800 jin û zarok ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin, ji wan 2400 rizkarbûn ên din jî heta niha di bin destê DAIŞê de ne, DAIŞê kiryarên ne mirovane bi wan dike, keçan difroşe û zarokan perwerde dike."

Derbarê xelata Nobelê yak u ew berbijêre wê ye Nadya wiha ji rojnameyê re got: " Rizgarkirina keçên Kurd ên Êzdî ji xelata Nobelê."

Nadya Mûrd keçeke Kurdistanî ye û ji Şingalê ye, herwiha berbijêra xelata Nobelê ye, li gel malbata xwe ji aliyê DAIŞê ve hate revandin, DAIŞê her şeş birayên wê û dayîka wê kuştin, tenê wê karî xwe ji destê wan rizgarbike.