Rêjeya bêkariya 2015an li Tirkiyê hat eşkerekirin

Li Tirkiyê rêjeya bêkariya 2015an, hat eşkerekirin. Hejmara sala 2015an li gorî sala çûyî ango sala 2014an, 29 hezar kes zêde bûye û hejmar bû 3 mîlyon û 125 hezar.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê rêjeya bêkariya 2015an, hat eşkerekirin. Hejmara sala 2015an li gorî sala çûyî ango sala 2014an, 29 hezar kes zêde bûye û hejmar bû 3 mîlyon û 125 hezar. Rêjeya bêtalî ji sedî 0,2 puan kêm bû û rêje hat asta 10,5.

Li gorî agahiyên Sazîya Îstatîkan a Tirkiyê hejmara bêtaliya sala 2015an, li gorî sala çûyî 29 hezar kes zêde bûye. Hejmar bû 3 mîlyon 125 hezar kes. Rêjeya bêtalî ji sedî 0,2 puan kêm bûye û rêje derket 10,5.

Di sala 2015an de bicih bûn, li gorî sala çûyî 831 hezar kes zêde bû. 29 mîlyon 801 hezar kes bicih bûne. Di bicih bûna mêran de 0,3 puan zêdebûn pêk hatiye û rêje derket ji sedî 71,3. Herwiha di bicih bûna jinan de jî 1,1 puan zêde bûn çê bûye û rêje derket ji sedî 31,6 .

Li gorî beşên kar, hejmara bicih bûnê ev e ku di cotkariyê de, 58 hezar, di pîşesaziyê de jî 10 hezar kes kêm bûn. Digel vê yekê di sektora xizmetê de,97 hezar û di bînasaziyê de jî 34 hezar kes zêde bûne.

Li gorî agahiyan, ji 26 mîlyon û 676 hezar kesên bi cih kirî, 18 mîlyon û 262 hezar kes, bê mehane dixebitin. Kesên ku bê mehane dixebitin, di nav pergala îstihdamê de, ji sedî 68,5 cih digire.