HDP: Tirkiye naxwaze el-Nusre û DAIŞ bikevin

Hevseroka HDPê bi tundî êrîşî siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê mijara Ezaza Sûriyê de got: “Ketina Ezazê ketina el-Nusra û DAIŞê ye, lewma Tirkiyê naxwaze ew bajar bikeve.”

Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag di derheqê topbarankirina pêgehên YPGê de got: “Ma hûn çima qûralên angajmanê ji bo el-Nusra an jî DAIŞê bikar nayênin? Ên ku serê leşkerê Tirk jêkirin PYD bû an DAÎŞ bû?”

Ev çend rojin ku topbarana navçeyên di bin kontrola YPGê û HSDê de ji aliyê Tirkiyê ve berdewam in, serokwezîrê wî welatî jî tekez dike ku, ew dê nehêlin hêzên navborî Ezazê bigrin.

Figen Yuksekdag di derheqê wan daxuyaniyan de wiha got: “Ketina Ezazê ketina el-Nusra û El Qaîdeyê ye. Lê ji ber ku Ezazê bikeve dîn û har bûne. Lewra gava Ezaz ket, el-Nusra jî DAIŞ jî dê bikeve. Loma dibêjin ku em nahêlin Ezaz bikeve. Êdî dev ji Sûriyê berdin. Wê derê weke qada şer nebînin.”

Hevseroka HDPê di axaftina xwe ya koma Meclîsê anî ziman jî ku: “Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê di navbera leşkerên Tirk û qaçaxçiyan de şer derketibû û çawûşekî pispor canê xwe ji dest dabû. Her wiha berî niha 2 rojan li Hatayê di qereqolê de serê leşkerekî Tirk hate jêkirin. Gelo kê jêkir? Serê leşker PYDê jêkir an DAÎŞê jêkir. Helbet DAÎŞê jêkir. Madem wisa ye gelo hûn çima qûralên angajmanê ji bo DAÎŞê naxebitînin?”