“Divê em Kurdistana Tirkiyê wek dewlet nas bikin”

Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Vladimir Jirinovsky ragihand ku divê ew Kurdistana Tirkiyê wek dewlet nas bikin û daxwaza axa Erminastana rojava jî bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragihand ku ew Qirimê nas nakin, Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Vladimir Jirinovsky jî bersiva wî da û got: ‘Divê em Kurdistana Tirkiyê nas bikin.’

Li gor medya Rûsî, derbarê daxwuyaniyên Davutoglu de Vladîmîr Jîrînovsky nerazîbûn nişan da wiha axifî: “Divê em Kurdistana Tirkiyê wekî dewlet nas bikin û daxwaza axa Erminastana rojava bikin. Bila Yûnanistan û Bulgaristan jî daxwazên xwe diyar bikin. Bila ji Tirkan re parçeyek ax nemîne ku lê bimînin.”

Jîrînovsky di berdewamiya axaftina xwe de got: “Serokwezîrê Tirkiyê dibêje ku ew dê li Ukraynayê Qirimê nas nekin. Me Qirim, li gorî Peymana Kuçuk Kaynarcayê bi dest xistiye. Tu pêwendiyeke Qirimê bi Ukraynayê re nîne. Tirkiye ji ber vê nezaniya xwe hertim di nîvê rê de şepirze dibe.”