Baluken: PYD ne terorîst e û kes guh nade Tirkiyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Idrîs Baluken derbarê helwesta Tirkiyê ya li hember PYDê de got ku, Tirkiyê polîtîkaya xwe ya navxwe û derve li ser hîmê dijberiya Kurdan ava kiriye. Lewma ji hemû cîhanê dixwaze PYDê weke terorîst nas bike. Lê ti kes guhdariya wan nake.
Di rûniştina îro ya parlementoya Tirkiyê de, mijara topbarana artêşa Tirkiyê ya li ser axa Ezazê û helwesta hikûmetê ya li dijî PYDê bû mijara gotûbêjan.
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz carek din PYD û YPGê weke rêxistinên terorîst binav kir û bêyî ku navê HDPê bide amaje kir ku HDP alîkariyê dide terorê.
Li ser van gotinan, Berpirsê Koma HDPê Îdrîs Balukên axivî û got ku, Tirkiye li navxwe û derve ji bo Kurd nebin xwedan hêz û statû çi ji dest tê dike.
Baluken diyar kir ku, alîkariya hikûmetê ya ji bo rêxistinên terorsîtî yên Sûriyê eşkere bûye û got: “Di rêveberiya Rojava de ligel Kurdan, Ereb û Suryanî jî cîh digrin. Eve jî li dijî feraseta hikûmetê ye. PYD û YPGê li dijî Eniya el-Nusra, Ehrar el Şam û DAIŞê şer dikin, lewma jî weke terorsît nayên naskirin.
Derbarê penaberan de jî Baluken got ku, xelk ji navçeyên rêxistinên din ên teroristî direvin, lê ew navçeyên ku ji aliyê YPGê ve tên rizgarkirin, xelk vedigere malên xwe.