Welatiyên Tirkiyê geştyarên Ereb naxwazin

Piştî xistina firokeya Rûsyayê li dora 3 milyon geştyarên Rûs ji Tirkiyê vekişiya bin jî, li beramberî vê yekê 2 milyon 400 hezar geştyarên Ereb hatin Tirkiyê.

Azat Altun / K24 - Enqere

Bi xistina firokeya Rusyayê, li Tirkiyê qeyrana aborî ya geştyariyê ya welatiyên Rûsî dêst pê kiribû. Lê bi daxuyaniya Serokê Yekîtiya Tûrîzma Ereban Al Fehaîd ya derbarê hatina geştyariyên Ereb de bandoreke erênî li ser aboriya geştiyariyê ya Tirkiyê kir.

Serokê Yekîtiya Tûrîzma Ereban Dr. Bandar Fahad Al-Fehaid di daxuyaniyeke xwe ya çapemeniyê de ragihand ku eger geştyarên Rûsî neyên, ew amade ne ku werin Tirkiyê. Al Fehaîd diyar kir ku ew dixwazin têkîliya welatên Ereb û Tirkiyê were qonaxeke baş û zêdetir geştyarên Ereb werin Tirkiyê.

Piştî xistina firokeya Rûsyayê li dora 3 milyon geştyarên Rûs ji Tirkiyê vekişiya bin jî, li beramberî vê yekê 2 milyon 400 hezar geştyarên Ereb hatin Tirkiyê. İsal Erebên ku hatine Tirkiyê li dora 4 milyar dolaran pere xerc kirine. Her geştiyarekî Ereb di nava 5 rojan de li Tirkiyê 4 hezar û 500 dolar, li raketin, xwarin û vexwarina xwe xerc kirine. Herwiha geştyarên Ereb li Tirkiyê li ser warê tendûristiyê jî hewlên veberhênanê dikin. Bi taybetî li bajarê Bûrsayê.

Bi van rûdanan re li Tirkiyê li ser hatina geştyaran nîqaşeke nû destpê kir. Gelo bila zêdetir geştyarên ereb an Rûs kîjan werin? Welatiyan ev yek ji Kurdistan 24ê re nirxandin.

Welatiyeke jin wiha dibêje: “Bila ji hemû welatên cihanê bên. Ji bo aboriya Tirkiyê baş e. Li ba min hemû wekî hev in.” Jineke din berevajî diaxife: “Bila ji ti deran tûrîst neyên. Tirkiye bila xwedî li welatiyên xwe derkeve. Rus dîsan ji Ereban çêtirin bila Ereb neyên.”

Welatiyekî mêr jî nerînên xwe wiha tîne ziman: “Ji bo bi pêşxistina çanda geştyariyê bila ji Ewropayê jî werin. Bila hem Rûs hem jî Ereb werin pediviya me bi herdû welatan heye.” Yekî din jî wiha dibêje: “Li gor min dewletên modern ên wek Rûsya, Emerîka û Elmanya ji bo me çêtirin.”

Niqaşa derbarê geştiyaran de her diçe zêdetir dibe. Ji ber şer û pevçûnan îsal hejmara geştyarên li Tirkiyê ji sedî pêncî kêm bû. Li ser vê yekê Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan ji welatiyan xwestibû ku, ji bo betlanê neçin derveyî welêt. Kompanyayên geştyaran jî derbarê vê yekê de reaksiyon nişan dan û gotin di şûna qedexeyan de ji welatiyên geştyar re, bila warê bêhnvedanê were erzan kirin.