Rûsa hewla gaveke rêgirtin li pêş Tirkiye û Siudiyê davêje

wek gavek rêgirtin li pêş destêwerdanek bejiyayî ji aliyê Tirkiye û Sudiyê re. Rûsya dibêje ku di plana rêjîma Sûriyê de ye bajarê Reqayê di mehekê de bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

wek gavek rêgirtin li pêş destêwerdanek bejiyayî ji aliyê Tirkiye û Sudiyê re. Rûsya dibêje ku di plana rêjîma Sûriyê de ye bajarê Reqayê di mehekê de bigire.

Çavkaniyên Tirkiyê ragehandin ku, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov nameyek ji hevşanên xwe yên Ewropî re birê kiriye, naveroka wê ew e, ku rêjîma Sûriyê plana girtina Reqayê di 30 rojî de amade dike, lewre ti pêwîstî ji şandina Tirkiye û Siudiyê ji hêzên bejijayî re nîne.

Ev tevgera Rûsî tê, bo rêgirtin li pêş Tirkiye û Siudiyê ku ragehandibûn bo şerê DAIŞê li Sûriyê, destêwerdanek bejiyaî bikin. Herwiha  Tirkiye û Suidiyê manoreke leşkerî li herêmê kirin.

DAIŞê, di sala 2013an bajarl Reqayê ya Sûrî kontrol kir û wek paytexta dewleta xwe ragehand.