Mihemed Hesenên Heykel koça dawî kir

Nivîskarê û rojnamevanê Misrî yê herî navdar Mihemed Hesenên Heykel, koça dawî kir. Heykel gotibû “Ji mafê Kurd e welatê xwe damezrînin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskarê û rojnamevanê Misrî yê herî navdar Mihemed Hesenên Heykel, koça dawî kir. Heykel gotibû “Ji mafê Kurd e welatê xwe damezrînin.”  

Nivîskar, rojnamevan û bîrewerê Misrî Mihemed Hesenên Heykel, ku dirêjahiya 50 salî li ser kevlê nivîsandinê rûniştibû, ji ber nexweşiyeke dirêj di kurçikan de, îro bi temenê 93 saliyê, koça dawî kir.

Heykel di sala 1923 li Qahîreyê jidayik bû, ku destpêkê dixwast bi bijîşk be, lê ji ber rewşa hejariyê dibistana amadehiyê ya bazirganiyê xwend, piştre jî ji heza rojnamegeriyê kete dilê wî û li Zanîngeha Amerîkî xwendina rojnamegeriyê temam kir.

Heykel, di temenê 19 saliyê de bi rojnameya “Egyptian Gazette” kar kir, piştî serkeftina Heykel bi wê rojnameyê re, berve Londonê bar kir û di sala 1944an de bi kovara “Roz Yosif” re xebitîya. Di sala 1947an de, girîngitîn xelata rojnamegeriyê di wê demê de “Xelata Farûq” wergirt.

Piştî şoreşa 23 Tebaxa 1952an li Misrê, Heykel ji Cemal Ebulnasir nêzîk bû, dostaniya wî ligel Nasir, hêşt ku Heykel bi girîngtirîn rojnamevan be û bû berdevkê fermî yê “Tevgera Efserên Azad”. Ev ye hêşt jî ku pêwendiyên berfereh bi serok û berpirsên Ereb û cîhanî çê bike.

di navbera salên 1957 – 1974an de, bû sernivîskarê rojnameya Ehram ya Misrî, ku di serdema wî Heykel de rojnameya Ehram bû yek ji deh rojnameyên herî girîng li astê cîhanê.

hevdîtinekê ligel rojnameya “Sefîr” ya Libnanî re, di 21 Tîrmeha 2015an de got: “Ji mafê Kurd e welatê xwe damezrînin. Xwedî ziman, çand û kelepûra in.”

Heykel got jî: “Kurd pirsgirêka herî mezin e li Iraqê, ew cidî ne di hewlên xwe bo cibicîkirina daxwazên xwe. Li ser erdê bingeha avakirina dewleta Kurdistanê heye, heger kî bixwaze avakirina wê dewletê bike dê berxwedaneke bêhempa ji Kurdan de bibînî.”

Heykel di sala 2003an de, dev ji nivîsandinê berda û di televizyonên cuda de, bernameyên siyasî û ramyarî pêşkêş dikir.

Heykel bi dehan pirtûk nivîsandin û pirtûkxaneya Erebî dewlemend kir. Girîngtirîn nivîsandina Heykel jî komek pirtûk derbarê “şerê 30 salî û danûstandinên bi dizî di navbera Ereb û Îsraîlê de“ bû.