Ji bo her şehîdekî Pêşmerge darek tê çandin

Kampaniya ji aliyê PAK ve li Kerkûkê hatiye dest pê kirin.

K24- Kerkûk

Pêşmergeyên Partiya Azadî ya Kudistanê-Rojhilat (PAK), ji bo bîranîna şehîdên Pêşmerge, dest bi çandina daran kirine.

Cîgirê Serokê PAK, Hisên Yezdanpena ji derbarê wê kampaniyayê de ji K24ê re got: “Li kampaniyaya çandina daran de, ji bo her şehîdekî Pêşmerge me darek çandiye.”

Kampaniyaya çandina daran li zincîre çiyayê Xeraberût li rojavayê Kerkûkê hatiye dest pê kirin.

Yezdanpena, ku serpereştyarê Pêşmergeyên PAK di şerê li dijî DAIŞê de ye, anî ziman jî ku, ew kampaniya amadekariyeke bo cejna serxwebûna Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Di heman demê de piştrastkirin e ji wê axa ku hatiye bi-erebkirin û ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagîrkirin, lê bi xwîna Pêşmerge hatiye azadkirin.”

Pêşmergeyên PAK ji destpêka şerê li dijî DAIŞê, li çiyayê Başîk ê rojavayê Mûsilê û ciyayê Xeraberût yê rojavayê Kerkûkê hevşanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bergiriyê li axa Başûr dikin.

Heta niha jî bêhtir ji 30 Pêşmergeyên PAK di wî şerî de şehîd bûne.