Rejîma Sûriyê: Em, Amerîka û Rûsya piştgiriya YPGê dikin

Nûnerê Sûriyê li NY tekez dike ku, ew jî mîna Amerîkayê piştgiriyê didin YPGê.

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsekî rejîma Sûriyê diyar dike ku, ew û Amerîka û Rûsya piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin.

Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY), Beşar Caferî li Washingtonê got ku, serkeftinên li bakurê Sûriyê “serkeftina rejîm û Kurdan e.”

Niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPGê pêkhateya wê ya serekî ye, serkeftinên berçav li bakurê Helebê bidest dixe, vê yekê jî rayedarên Tirkiyê hêris kiriye.

Derbarê wan serkaftinan de û piştgiriya Amerîka ji HSDê re, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tekez kir ku “Divê Amerîka xwe yekalî bike, bê ew dixwaze piştgiriya me bike yan şervanên Kurd.”

Lê Beşar Caferî eşkere kir ku, ne tenê Amerîka lê “hikûmeta Sûriyê û Rûsya jî heman piştgiriyê didin Kurdan”, wek amajeyekê bo YPGê.

Niha HSDê ber bi kontrolkirina Ezazê ve diçe, lê rayedarên Tirkiyê tekez dikin ku ew dê nehêlin ew armanca hêza navborî pêk were. Ev 5 roj in jî ku topxaneya artêşa Tirkiyê navçeyên HSDê û YPGê topbaran dikin.

Beriya niha jî serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed gotibû ku ew berdewam alîkariyan ji YPGê re dişînin. Lê fermandeyên YPGê tekez dikin ku ti têkiliya wan bi rejîmê re nîne.