DAIŞê pira Qereqozaqê li rojhilatê çemê Firatê teqend

Di Adara sala 2015an de, çekdarên DAIŞê beşek ji pira Qereqozaqê teqendibû, lê vê carê ew pir temamî hate teqandin, li gor pisporên leşkerî teqandina wê pirê ti bandore li ser berdewamiya rizgarkirina navçeyên di bin destê DAIŞê de nake.

K24-Kobanê

Piştî têkçûna hemû hawildanên DAIŞê bi kontirolkirina aliyê bakur ji pira Qereqozaqê, herwiha girtina têkçûna hawlên rê li pêşiya pêşveçûnên Hêza Sûriyê ya Demokratî, rêxistina navborî ew pir teqenad.

Derbarê vê mijarê de şervanê Hêza Sûriyê ya Demokratîk ê bi nave Fedekar ji K24ê rw wiha got: "Çekdarên DAIŞê eve çend rojin danê sibehê, diçinûtên, xwe nêzîkî pira Qereqozê dikin, tobê xweyê hawinan tavêjin, dixwazin pirê biteqînin, mixabin di dawî yê de teqandin."

pira Qereqozaqê navçeyên rojihilata çemê Firatê bi parêzgeha Helebê ve girêdide, lewma Hêza Sûriyê ya Demokratîk dixwazin vê navçeya giring kontirol bikin, serkirdeyên hêza navborî jî dibêjin ku, teqîna pira Qereqozaqê nîşana lawazbûna DAIŞê ye.

Derbarê vê yekê de fermandarekê HSD wiha ji K24ê re axifî:"Çekdarên DAIŞê ji pêşveçûnên me ditirsin, hêza berevaniya wan nemaye, em di aliyê Izaz û bendava Tişrînê pêşvediçin, daku em ji aliyê pira Qereqozaq ve pêşve neçûn xwestin wê pirê biteqînin, lê ew nikarin rê li pêşiya pêşveçûnên me bigrin."

Di Adara sala 2015an de, çekdarên DAIŞê beşek ji pira Qereqozaqê teqendibû, lê vê carê ew pir temamî hate teqandin, li gor pisporên leşkerî teqandina wê pirê ti bandore li ser berdewamiya rizgarkirina navçeyên di bin destê DAIŞê de nake.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5a029721-cf6c-4f16-8152-d72d8282f03d/Qereqozaq%20kobane.ism/manifest