Davutoglu YPG tohmetbar kir, Salih Muslim red dike

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu derbarê teqîna şevê din a Enqereyê de YPG tohmetbar kir. Hevserokê PYDê Salih Muslim jî bi rêya Kurdistan24ê ew tohmet red kirin.

K24 – Hewlêr

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu derbarê teqîna şevê din a Enqereyê de YPG tohmetbar kir û got: "Êrîş ji aliyê endamên rêxistina terorê yên li Tirkiyê û endamên YPGê ve hatiye kirin ku ji Sûriyê hatine." Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî bi rêya Kurdistan24ê ev tohmetên Davutoglu red kirin û got ku ti têkiliya wan bi êrîşê ve nîne.

Li ser teqîna şevê din a Enqerê ku di encam de 28 kesan cane xwe ji dest dan û 61 kes jî birêndar bûn, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îro di civîneke çapemeniyê de ragihand ku kesên êrîş kirine hatine destnîşankirin.

Davutoglu got: "Derbarê bûyerê de 9 kes hatine girtin. Herwiha kiryarê êrîşê kesekî bi nave Salih Necar e ku ji Sûriyê û endamê PYDê ye. Dê hemû kesên li pişt bûyerê werin girtin û cezakirin. Hemû tiştek zelal bûye. Derketiya hole ku peywendiya bûyerê bi YPGê ve heye."

Li ser van tohmetên Davutoglu, Hevserokê PYDê bi rêya telephone beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û ew tohmet red kirin. Muslim wiha axifî: "Tişta Davutoglu dibêje tenê di xeyala wî de heye û dûrî rastiyê ye. Armanca Tirkiyê ew e ku rê li ber pêşveçûnên me bigire."

Salih Muslim, tekez kir ku dê li ser pêşveçûnên xwe yên li derdora Heleb û Izazê berdewam bin û heta hemû deverên xwe rizgar nekin ranawestin.

Li Enqerê, şevê din lli dijî otobûsên leşkeran, bi otomobîleke bombebarkirî êrîş hate kirin û di encam de 28 kesan canê xwe ji dest dabû û 61 kes jî birîndar bûbûn.

Erîş saet 18:30an, li taxa Dewletê, di navbera wargehên leşker lê dimînin, pêk hat ku hemû fermangehên leşkerî, parlamento, sererkaniya giştî û gelek girîngtirîn saziyên dewletê li wê derê ne.