Muslim: Amerîka rê nade Tirkiyê êrîşî Kurdan bike

Duh, li Enqera teqînek çêbû, di encam de 28 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kesên din jî birîndar bûn, Serokwezîrê Tirkiyê jî Ehmed Davutoglu PDYê bi wî teqînê tohmetbar kir, lê ew tohmet ji Aliyê Hevserokê PYDê Salih Mislim ve hatin redkirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ragehand, Amerîka rê nade Tirkiyê Tirkiyê destdirêjiyê li ser Kurdan bike taybet Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bike.

Derbarê piştevaniya Amerîkayê ji Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) re Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Muslim ji K24ê re wiha got: "Pêwendiyên HSD bi Amerîkayê re gelekî başin, lewma Amerîka qebul nake  Tirkiyê destdirêjiyê lê bike, herwiha em naxwazin ew welat destewerdanê di nav axa Sûriyê de bikie."

Muslim da zanîn ku, li Rojava Cebehet El- Nisrayê têkdiçe, DAIŞ têkdiçe di bermber de jî HSD pêşveçûnan encam didin,  ev yeke dibe cihê nîgeraniya Tirkiyê, herwiha dibe sedemên ku, Tirkiyê êrîşê Kurdan dike.

Duh, li Enqera teqînek çêbû, di encam de 28 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kesên din jî birîndar bûn, Serokwezîrê Tirkiyê jî Ehmed Davutoglu PDYê bi wê teqînê tohmetbar kir, lê ew tohmet ji Aliyê Hevserokê PYDê Salih Mislim ve hatin redkirin.