Serokatiya Kurdistanê teqînên Enqere û Diyarbekirê şermezar kirin

Di her du teqînan de bi dehan kes bûne qurbanî.

K24- Navenda Nûçeyan
Serokatiya Herêma Kurdistanê her du teqînên li Enqere û Diyarbekirê bi tundî şermezar kirin.

Duh li Enqereyê û îro li Diyarbekirê, 2 teqîn çêbûn ku di encamê de bi dehan kes canê xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de her du teqîn bi tundî şermezar kirin, ew kar jî bi “mtirsiyeke cidî li ser seqamgêriya siyasî û pêkvajiyana civakî li navxweya Turkiye” da zanîn.

Herwiha di daxuyaniyê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbata qurbaniyan re û hêviya başbûna birîndaran jî xwest.