Ji ber DAIŞê direvin û xwe radestî Pêşmergeyan dikin

Çavkaniyekê ji ewlekariya parêzgeha Kerkûkê ragihand ku 205 kesên niştecihê Hewîce ya ku di jêr kontrola DAIŞê de ye, reviyane û xwe radestî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirine.

K24 – Kerkûk

Çavkaniyekê ji ewlekariya parêzgeha Kerkûkê ragihand ku 205 kesên niştecihê Hewîce ya ku di jêr kontrola DAIŞê de ye, reviyane û xwe radestî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirine.

Derbarê mijarê de ji Îstîxbarata Hêzên Pêşmerge Hîmdad Umer, agahî dan Kurdistan24ê û got: "Ew 205 kesên han niştecihên bajarokê Hewîce ne ku niha di jêr kontrola DAIŞê de ye û li eniya rojavayê Kerkûkê xwe radestî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirine."

Fermande Hîmdad Umer wiha axifî: "Ji Mijdara 2014an ve, wate ji destpêka hatina DAIŞê ve bo deverê, hatina malbatên ji Hewîce, Reşad û gundên derdora wan bo bajarê Kerkûkê berdewam e."

Navbirî da zanîn ku heta niha 700 malbat hatine Kerkûkê û ji aliyê rêxistinên xêrxwaz ve li kampên penaberan hatine bicîhkirin. Li gor Hîmdad Umer, ew 205 kesên ku vê dawiyê jî hatine li kampa Leylan hatine bicîhkirin.

Hîmdad Umer da zanîn ku ligel nêzîkbûna wê navçeyê hatina malbatên Ereb jî bo Kerkûkê zêde bûye û tenê di hundirê 2 mehên borî de 400 malbat hatine. Umer diyar kir ku piraniya wan kesên di jêr kontrola DAIŞê de bi şev direvin û carna çekdarên DAIŞê jî dikevin nav wan daku zerarê bidin Pêşmergeyan.