Teyrêbazê Kurdistanê: Me teqîna Enqereyê kiriye

Di teqînê de 28 kesan canê xwe ji dest da.

K24- Navenda Nûçeyan

Teyrêbazê Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirsyriya xwe ji teqîna Enqereyê eşkere kir û nasnameya kesê ku ew çalakî jî kiriye diyar kir.

TAKê di daxuyaniyekê de ragihand ku, şervanê bi nasanava Zinar Raperîn (navê rastî Abdulbakî Sonmez) e, teqîna Enqereyê kiriye.

Roja 17 Sibatê teqînek bihêz li Enqerê hat bihîstin. Teqîn li ser rêya di navbera Parlamentoya Tirkiyê, Wezareta Navxwe û Sererkaniya Giştî ya Tirkiyê de pêk hat. Di encamê de jî 28 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.

Di daxuyaniya TAKê de hat diyarkirin ku wan di “dilê dewleta Tirk” de çalakî pêk aniye, hejmara ku çapemeniya Tirk eşkere kiriye derew e û “windahiyên” artêşa Tirkiyê zêdetir e.

Serokwezîr û Serokomarê Tirkiyê digotin ku, kesekî bi navê Salih Necar ku ser bi YPGê û PYDê ve ye, ew teqîn kiriye, berpirsyariya teqînê jî dixistin stûyê 2 rêxistinên navborî yên Rojavayê Kurdistanê.

Encamderê teqînê, Zinar Raperîn jidayikbûyê sala 1989 an li Payîzava Wanê ye, ne wek ku rayedarên Tirkiyê diyar kirine ku, kesê teqîn kiriye ji Amûda Rojavayê Kurdistanê ye.

Herwiha di daxuyaniya TAKê de hate diyar kirin ku, ew çalakiyê ji bo tola welatiyên ku li Cizîr, Sûr, Gever û Nisêbînê  ji hêla dewleta tirk ve hatiye qrikirin pêk anîne û wiha berdwam kir: “Me wekî TAK berî jî îlan kiribû; em ê hesabê her êrişeke li dijî gelê Kurd bipirsin. Em ê tola vê êşa ku bi gelê Kurd didine jiyandin, qat bi qat ji wan bigirin.”