Êşkenceya Girtigeha Diyarbekirê tê lêkolînkirin

Li Tirkiyê piştî 35 salan êşkenceya li Girtîgeha Leşkerî ya li Diyarbekirê tê vekolandin. Ji bo lêkolîna kiryarên wê girtîgehê li Parlamentoya Tirkiyê komisyonek hat avakirin.

K24 - Enqere

Li Tirkiyê piştî 35 salan êşkenceya li Girtîgeha Leşkerî ya li Diyarbekirê tê vekolandin. Ji bo lêkolîna kiryarên wê girtîgehê li Parlamentoya Tirkiyê komisyonek hat avakirin. Di civîna pêşî ya komisyonê de li ser girtîgehê “Kurd û pirsa Kurd” hate niqaşkirin.

Zindana Leşkerî ya Diyarbekirê bi êşkenceya 12 îlonê gelekî tê zanîn û di dîroka siyasî ya Tirkiyê de wekî rûpeleke reş tê nirxandin. Li Parlamanetoya Tirkiyê bo lêkolînkirina êşkence û binpêkirina mafên mirovan ya wê demê komisyonek hate avakirin.

Di civîna pêşî ya Komisyonê de, Serokê Komisyonê û Parlamenterê AKPê Orhan Mîroglu di warê mafên mirovan de girîngiya vê komisyonê anî ziman. Li aliyê din, di navbera endamên komisyonê yên AKP, CHP û HDPê de niqaşên li ser armanc û mijarên komisyon li ser raweste, niqaş derket.

Derbarê mijarê de Parlamenterê AKPê yê Enqerê Aydin Ûnal got: “Ev komisyoneke dîrokî ye. Li vê derê, divê em li ser vê rûpela reş ya di dîroka mirovahiyê de, li ser êşa hevpar rawestin. Li ser Kurdan û pirsa Kurd êşên li girtîgehan wekî amûrên siyasî neyên bikaranîn.”

Di komisyonê de, kiryarên di Zindana Diyarbekirê de ji bo Kurdan û pirsa Kurd wekî heyameke nû hate nirxandin. Parlamentera HDPê ya Elîhê Ayşe Acar Başaran jî diyarkir ku armanceke wiha nîn e ku ew êş û êşkence wekî amûreke siyasî were bikaranîn: “Bila li vê derê, tu kes siyasetê neke. Armanca resen ya zindana Diyarbekirê, jinavbirina Kurdan bû. Bavê min jî di salên 90î de, bû qurbaniyê wan kuştinên kiryar ne diyar. Tenê ji ber ku ew Kurd bû hate kuştin.”

Parlamenterê CHPê yê Mêrsînê Fîkrî Saglar jî di axaftina xwe ya di komisyonê de diyar kir ku di wê heyamê de, bi hezaran kes bi êşkenceyê re rûbirû mane û got armanca komisyonê jî agahdarkirina civakê ya ji wê demê ye. Herwiha kesên di wê demê de di zindana Diyarbekirê diman jî hatin guhdarkirin.