Demîrtaş: Bêyî destûra NYê Tirkiye nikare bikeve Sûriyê

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li Diyarbekirê got; Bêyî destûra Neteweyên Yekbûyî (NY) eger Tirkiye êrişî Sûriyê bike dê weke dewleteke dagirker bê nasîn.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li Diyarbekirê got; Bêyî destûra Neteweyên Yekbûyî (NY) eger Tirkiye êrişî Sûriyê bike dê weke dewleteke dagirker bê nasîn. Demîrtaş derbarê êrişa li Enqereyê de jî ragihand ku, hikûmeta AK Partiyê vê bûyerê ji bo berjewendiyên siyasî bikar tîne.

Hevserokê (HDP) Demîrtaş, doh li Diyarbekirê bi raportorê  Tirkiyê yê Yekitîya Ewrûpayê Katî Pirî û hejmarek parlemneterên partiyên Çep re li otêlekê civiya. Demîrtaş piştî civînê kongreyeka rojnamevanî saz kir û derbarê polîtîkaya Tirkiye ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê de got: “Em wekî partiya HDP li dijî polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojava ne. Li şûna ku hikûmet bi Kurdên Sûrî û Iraqê re îtîfaqekê bike, diçe bi Siûdî û Qetarê re îtîfaqê dike. Xeyal dikin ku Rojhilata Navîn kontrol bikin. Ku wiha bikin NATO û hêzên din dê li pişt wan nesekinin.”

Bûyera Enqerê

Demîrtaş derbarê teqîna Enqerê de jî rexne li hikûmet û dewletê girtin û wiha axivî: “Ez ne di wê baweriyê de me ku sedê sed vê bûyerê zelal nakin. Weke Pirsûr, Amed, Siltanehmed û qetlîama Gara Enqereyê  dê vê bûyerê jî di taritiyê de bihêlin. Lê derdê hikûmetê ew e ko ji serî û pê de vê bûyerê li dijî PYD bikarbîne.  Yên ko li wir mirine, birîndar bûne û êşê dikşînin qet ne xema Serokkomar, Serokwezîr û berdevkên hikûmetê ne. Derdê wan ew e ku vê bûyerê têxin stûyê PYDê. Nayê qebûlkirin ku vê bûyerê ji bo berjewendiyên siyasî bikarbînin. Di nava Enqereyê de dê bombe were teqandin û hê jî hûnê HDP-ê tawanbar bikîn, ma qet hûn şerm nakin. Heger ko, wezareteke li cem me bûya dê me îstîfa bikira.  Hin tiştên din têne aqlê me, em dibêjin gelo ev karekî ku bi hevkarî hatiye plankiri ye? Gelo bi vê bûyerê berjewendiyên siyasî têne bidestxistin, ya rast ewil ev tê bîra me. Divê mirov bi awayeke baldarî li daxûyaniyên piştî teqînê binêre. Êrişkar perçe-perçe bûye, û hê jî nasnameya hin kesên ku canê xwe ji dest dane jî nehatiye eşkerekirin lê belê piştî teqînê di 3 saetan de nasnameya êrişkar diyar kirin. Ya rast ev pir ecêb e. Madem ku saziyên îstîxbarata ewqas jêhatîne gelo çima pêşiya teqînê negirt in. Dibêjin qeyda êrişkar hebû, madem qeyda wî hebû çawa dikarî ewqas rihet hereket bike.

“Tirkiye Nikare Têkeve Sûriyê”

Demîrtaş dibêje; “Heta ku biryara Neteweyên Yekbûyîn nebe Tirkiye ne bi bejayî ne jî bi hewayî nikare operesyonê bibe ser Sûrî. Heger operasyonê bike ev dê weke dagirkeriyê were dîtin. Ku wiha bibe jî dê weke Iraq û Sedam bikin. Yên bo me dibêjin ‘bêbextên welat bi vê baş bizanin, ’ heger ku em bêbextê vî welatî bûna dê me ji bo ku Tirkiye têkeve Sûrî mê dê hewl bidana û dê Tirkiye perçe perçe bibûya û li holê ti Tirkiyeye nedima. Îro AKP dixwaze têkeve Sûrî lê em li dijî wê derdikevin. JI ber ko em pêşeroja vî welatî û gelên xwe difikirin.  Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmed Dawutoglu, ber pozê xwe nabîne, ev 14 sal in ko Tirkiye gav bi gav ber bi malxirabînê ve diçe. “

Cerablus

Hevserokê HDP-ê Demîrtaş dibêje, ji ber ku rêya piştgiriya lojîstîk ya AKP-ê bo El-Nusra û Ehrar û Şamê  hatiye birîn hikûmeta AKP-ê wê derê bombebaran dike. Demrtaş wiha ragihand: “Madem ku di mijara alikariya insanî de hûn xwedî niyeteka qenç in çima hûn deriyên ku vedibin kontrola PYD-ê venakin. Dema behsa cîhadçiyan dikin hûn korîdora mirovahi vedikin, lê belê hemû deriyên sînor yên vedibin Kobanî, Qamişlo û Efrînê girtîne.”  

Krîza Penaberan

Demîrtaş rexne li bêdengiya Ewrûpa ya li hemberî bûyerên Bakurê Kurdistanê jî kir got: “Ji ber van mijaran, penaberan heger ku Ewrûpa çavên xwe li binpêkirinên mafên mirovan bigre ev tê wateya ku ew rêzikên xwe jî binpê dikin.  Em dibêjin helwesta şansolyeya Elmanyayê Merkel xelet e. Mafê mirovan di nava têkiliyên navdewletî de divê neyên bazarkirin.” Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de behsa Komîsyona Lihevkirina Destûrê jî kir û got; “bi 3 partiyan re lihevhatin nabe.”