"Bo Kurdan çeperên herî girîng pêşxistina ziman e"

Rêxistin, sazî û dezgehên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê, hem balê dikşînin ser girîngiya zimanê dayîkê û hem jî perwerdebûna bi wî zimanî.

K24 - Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, ji ber ku nêzîka 100 sal e zimanê dayîkê yê Kurdan hatibû qedexe kirin û bi pêkutî û astengiyên mezin re rûberû maye, “Roja Zimanê Dayîkê” ji aliyê Bakuriyan ve bi çalakiyan tê pîroz kirin. Rêxistin, sazî û dezgehên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê, hem balê dikşînin ser girîngiya zimanê dayîkê û hem jî perwerdebûna bi wî zimanî.

Li Tirkiyeyê qedexeya li ser zimanê Kurdî heta salên piştî 2000an jî berdewam kir. Hê jî Kurdî bi resmî di destûra Tirkiyê de nehatibe pesendkirin jî, gelek projeyên bi zimanê Kurdî hene ku ji aliyê dewletê ve jî hetine danîn û xizmet dikin.

Sendîkaya Kedkarên Perwerdeê Egitim-Sen, ragihand ku di zimanê dayîkê de, hilberandin û jiyandin mafê her mirovî ye û rexne li sîstema Tirkiyê girt ku yekperestiya Tirkî saz kiriye û bi zimanê Kurdî jî perwerde nayê dayîn.

Komeleya Zimanê Kurdî Kurdî-Der jî, di çarçoveya çalakiyên roja zimanê dayîkê de panelek saz kir. Panel bi beşdariya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD Selma Irmak, nivîskar û lêkolînerên Kurdî birêve çû.

Selma Irmak, li ser di sîstema Rêvebiriyên Xweser de perwerdeyê axifî û diyar kir ku tiştê bingehîn yê ku pirsa Kurd peyda kiriye qedexe, pêkûtî û zextên li ser zimanê Kurdî bûne.

Sazî û partiyên Kurdî daxwaz dikin ku li Tirkiyê zimanê Kurdî jî bibe zimanê resmî û astengî û zextên li pêş Kurdî bên rakirin. Nivîskarê Kurd Edîp Polat jî, ragihand ku ji bo Kurdan berxwedan û çeperên herî girîng ew e ku zimanê Kurdî fêr bibin û bipêş bixin.

Roja Zimanê Dayîkê di salvegera kuştina endamên Tevgera Zimanê Bengalî ku di 21ê Sibata 1952an de ji aliyê polêsan ve hatine kuştin e ku ev roj di sala 1999an de ji aliyê UNESCOyê ve wek roja zimanê dayîkê hatiyê pejirandin. Mebesta vê rojê piştgiriya pir zimanî ye.