Piştî şer li Stenbolê komeke rengîn hat avakirin

Şerê li Sûriye, bû sedema koçkirina gelek kesan. Hinek welatiyên ku ji Sûriyê hatibûn Tirkiyê, Koroya Rojhilatî ya Mozaîk a Stenbolê ava kirin. Koro ji gelek netewên cuda pêk tê.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Şerê li Sûriye, bû sedema koçkirina gelek kesan. Hinek welatiyên ku ji Sûriyê hatibûn Tirkiyê, Koroya Rojhilatî ya Mozaîk a Stenbolê ava kirin. Koro ji gelek netewên cuda pêk tê.

Avakara Koroyê Hunermend Maîsa Alhafez diyar kir ku armanca wan ew e nêrînên derbarê welatiyên Sûriyeyî de ku wek parsek yan terorîst têne zanîn biguherînin.

Koroya Rojhilatî ya Mozaîk a Stenbolê, salek berê ji aliyê hunermenda Sûrî Maîsa Alhafez ve hat avakirin. Endamên Koroyê dest nîşan dikin ku dema dest bi xebatên mûzikê kirine armanca wan ev bû penaberên Sûriyeyî werin ba hev û bi hevre çalakiyên hunerî amade bikin.

Hunermend Maîsa Alhafez ev du sal û nîv e ku li Stenbolê dijî. Alhafez dibêje, ew nêrînên polîtîk û olî temsîl nakin û dixwazin çanda hevpar a gelan bidin ber çavan: "Ji ber şerê Sûriyê, di çapemeniyê de welatiyên Sûriyeyî an parsek an terorîst têne zanîn. Em jî dixwazin bi hunerê him vê nêrînê biguherînin him jî Çanda Rojhilatê ya dewlemend jî derxin holê."

Herçiqas di koroyê de gelemperî welatiyên Sûriyeyî hebin jî welatiyên Alman, Swêd, Emerîka, Cezayîr û Misirî jî hene. Koro bi zimanê Kurdî, Tirkî, Erebî û Ermenkî stranan dibêje.

Di Koroyê de, kurdekî ji bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê jî heye. Moaaz Omar dibêje bi daxwaza stranên Kurdî ya hevalên wî kêfxweş bûye: "Ev du sale ez li Stenbolê me. Li Sûriyê rewş ne baş bû, ji ber wê em hatin vir."

Lujien Jawishê Sûriyeyî ku ji du salan zêdetire li Stenbolê dijî dibêje, di konserekê de, ev koro naskiriye û beşdarî koroyê bûye. “Ez hest bi tiştên baş dikim. Em li vir bi gelek zimanên cuda stranên aştiyê dibêjin.“

Koro li kuderê derfet bibîbine ceribandinên xwe li wir pêk tîne. Tevî vê yekê koro heta niha gelek konser daye. Herwiha di meha Adarê de jî li Stenbolê wê konserek bê dayîn.