Projeya Rûsyayê ya derbarê Sûriyê de hat redkirin

Di şerê Sûriyê de, Rûsya piştgiriya rejîma Sûriyê dike, herwiha navendên opozîsyona Sûriyê ji xwere dike armanc, ev yeke jî dibe cihê nîgeraniya Amerîka û welatên Ewropayê.

K24-Navenda Nûçeyan

Rûsyayê derbarê kirîza Sûriyê projeyek pêşkêşî Encûmena Neteweyên Yekbûyî kirbû, tê de daxwaz kirk u Tirkiyê êrîşên xwe li ser bakurê Helebê û desetewerdaneke bejayî li nav axa Sûriyê rawestîne, lê broje ji aliyê gelek welatan ve hate redkirin.

 Duh, Rûsyayê projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî (NY) kirbû, tê de daxwaza rawestandina destewerdana Tirkiyê û operasyona bejayî di nav axa Sûriyê de kirbû, lê her yek ji Amerîka, Fransa û Brîtanya ew porje redkirin û dan zanîn ku biser nakeve.

Balyoza Amerîkayê li NY Samantha Power derbarê wê projeyê daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Dê baştirbe Rûsya ji dlva vê projeya bila pêşî Rûsya biryara NY derbarê kirîza Sûriyê hejmara 2254 cîbecî bike."

Di şerê Sûriyê de, Rûsya piştgiriya rejîma Sûriyê dike, herwiha navendên opozîsyona Sûriyê ji xwere dike armanc, ev yeke jî dibe cihê nîgeraniya Amerîka û welatên Ewropayê.