Xeyrî Bozanî: Heya niha 2377 Êzdî ji Dest Daişê hatine rizgarkirin.

Rêvberê Karûbarên Êzdîyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Heya niha (2377) hevwelatîyên Êzdî ji dest çekdarên Daişê hatine rizgarkirin.

K24- Hewlêr:

Rêvberê Karûbarên Êzdîyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê  ragehand: Heya niha (2377) hevwelatîyên Êzdî ji dest çekdarên Daişê hatine rizgarkirin.

Di ragehandineka taybet de bi Kurdistan 24 re, Xeyrî Bozanî, rêvberê Karûbarên Êzdîyan li Wezareta Ewqaf û karûbarên Ayînî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê  got: Ew hevwelatîyên  Êzdî, ewên kevtine  di destên Daişê de, hijmara wan (6255) kes bûne. (3455) Ji wan  afret bûne û (2800) jî zelam bûne.

Herweha got: Piştî hewlên Nivîngeha Karûbarên Revandîyan û bi hinek rêyên din jî, şîyan (2377) kesan rizgar bikin ku (882) ji wan afretin, (318) jî zelamin , (574) zaro yên mêne û (603) jî  zaroyên nêrin.

Herweha Bozanî got: Hijmara ew kesên ku heya niha di destê Daişê de mane (3878) kesin, ku (1999) ji wan afretin û (1879) ên din jî zelamin.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fa178d3a-533e-47d0-bfab-ba51f746635b/xeyri%20bozani.ism/manifest