ENKS derbasbûna hêzên bejayî bo Sûriyê erênî dibîne

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasbûna hêzên bejayî bi serperştiya Hevpeymana Navdewletî, bo xaka Sûriyê xaleke erênî dibîne, ji ber ku wê demê Pêmergeyên Rojava jî derbas dibin.

K24 – Hewlêr

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasbûna hêzên bejayî bi serperştiya Hevpeymana Navdewletî, bo xaka Sûriyê xaleke erênî dibîne, ji ber ku wê demê Pêmergeyên Rojava jî derbas dibin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistinê – Sûriya (PDK-S) û Endamê ENKSê Ebdilhekîm beşar ji K24ê re axivî û got: “Em beriya niha wek ENKSê danûstandin bi hevpeymanan re kir, dema hêzên bejayî ji aliyê Siudiyê ve ber bi Sûriyê ve biçin û dewletên hevpeymanan serpiriştiyariya wan bike, wê demê dê Pêşmergeyên Rojava jî di nav wan de cî bigirin.” 

Herwiha Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî ji K24ê re got: “Pêwîst e Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê herin Rojava, da ku PYD û YPGê ji wê şaşbûnê derxînin, ji ber ku PYDê bi şaşbûnî xwe kirIye hembêza Esed”

Eerbistana Siûdiyê û Tirkiyê ragihandibûn ku, ew amade ne, di çarçoveya Heveymaniya Navdewletî de, hêzên leşkerî yên bejayî bişînin Sûriyê, bo şerê DAIŞê bikin.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter pêşwazî li pêşniyara Siudiyê kir û got: “Zêdekirina çalakiyên welatên beşdar di hevpeymaniyê de, dê ji Amerîka re alîkar be ku DAIŞ were jinavbirin.”