Li Hewlêrê çalakiyên çandî ji penaberan re tên kirin

Bi alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Herêma Kurdistanê, Kurdên Rojavayê Kurdistanê di bin Diruşma “Çand û raman” de, xelkên xwe dicivînin û çalakiyên rewşenbîrî ji wan re pêşkêş dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e7afb349-d46b-4119-8e3d-9cc1327d9492/rewshenbiren%20Rojava%20li%20hewler.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Bi alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan  ya Herêma Kurdistanê, Kurdên Rojavayê Kurdistanê di bin Diruşma “Çand û raman” de, xelkên xwe dicivînin û çalakiyên rewşenbîrî ji wan re pêşkêş dikin.

li Hewlêra Paytext Hejmarek Keç û xortên Rojavayê Kurdistanê  bi mebesta çalakiyên hunerî û rewşenbîrî ku civak ji şaristaniya xwe ya pêşketî  dûr nekeve, hemû kedên xwe dikin ku xelkên xwe ji ramanên şer û penaberiyê biparêzin.

Di vê çalakiyê de, hejmarek helbestvan û nivîskar Her çar parçeyên Kurdistanê lê beşdar bûn û Kurdên Rojava jî, hesta wê yekê dikin ku tevî hemû bajar û navçeyên wan di aloziyan re derbas dibin û tê de jî ku niha Herêma Efrînê tê topebaran kirin,  ew naxwezin bandora wê yekê li  ser çand û kultura wan bibe.

Ev 5 sal in, xelkên Rojavayê Kurdistanê derbider û penaber bûne, li Hewlêrê jî hejmarek xort û keçên Rojavayê Kurdistanê ji bo ku rewşa derûnî ya xelkên xwe bigeherînin, çalakyên hunerî lidar xistin.