“Şer li Bakurê Kurdistanê raweste heta petrol bê hinartin”

Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê dibêje, divê şer li Bakurê Kurdistanê raweste, heta petrola Herêma Kurdistanê bo derve were hinaratina.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b125f93c-4845-4c47-a6fd-4685add1ce70/taqandnawai%20bori%20nawt.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê dibêje, divê şer li Bakurê Kurdistanê raweste, heta petrola Herêma Kurdistanê bo derve were hinaratina.

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abid Îka li Herêma Kurdistanê radigehîne ku, teqandina boriya petrolê, birîna keda welatiyên Herêma Kurdistanê ye.

Îka ji K24ê got: “Hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo derve cihê rihetiya me ye. Divê şer li Bakurê Kurdistanê raweste, bo samanên sirûştî yên Herêma Kurdistanê were hinaratina derve.”

Çend car in, boriya petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Cîhan ya Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê tê teqndin, PKKê jî berpirsayetiya wan teqînan li xwe digire. Herî dawî jî, di 17 vê mehê de, li Bakurê Kurdistanê hat teqandin, heta niha jî nehatiye çê kirin.