HSD bajarokê Şedadê bi temamî dorpêç dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hejmarek ji gundê û 233 kêlgehên petrolê li derdora bajarokê Şedadê ya li başûrê Hesekê kontrol kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5d16c0b7-c969-40b8-9ab3-901704f54dbf/Qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hejmarek ji gundê û 233 kêlgehên petrolê li derdora bajarokê Şedadê ya li başûrê Hesekê kontrol kir.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo Heybar Osman diyar kir, bajarokê Şedadê bi temamî nehatiye kontrolkirin, HSD ji aliyê rojava ve li gundê 47 ye ku 2 k.m dûrî Şedadê ye. Ji aliyê başûr ve jî li gundê Ewad e ku yek k.m nêzîk e. ji aliyê bakur ve li kompaniya Çînî ye, ya yek k.m dûrî Şedadê ye.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, firokeyên Hevpeymana Navdewletî bi tundî nava Şedadê bombebaran dikin, lê HSD hîn neketiye wî bajarokî, ji ber ku DAIŞê xelkê sivîl wek mertalên mirovî bikar tîne û gelek mayîn jî li derdora Şedadê çandine. Herwiha HSDê dixwaze bi kêmtirîn ziyanên mirovî Şedadê kontrol bike.

Peyamnêrê me diyar kir ku, ji encamên şerê vê sibehê 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çend şervanên HSDê birîndar bûn.

Peyamnêrê me da zanîn ku, HSD kargeha gazê ya li bakurê Şedadê bi tevahî kontrol kiriye, herwiha bêhtirî 233 kêlgehên petrolê li derdora Şedadê jî kontrol kirine.

HSD di 16ê vê mehê de, dest bi operesyona kontrolkirina bajarokê Şedadê ya li başûrê Hesekê kir.