Qamişlo: Divê UNISCO Zimanê Kurdî pesend bike

Bi bûneya roja cîhanî ya zimanê dayikê, ya ku ji alî rêxistina UNISCOyê ve di 21 meha sibatê de hatiye pesend kirin, ahengek li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de lidar xistin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f88126b2-cae1-4814-b439-d682cfbace12/Zimane%20Dayike.ism/manifest

Bi bûneya roja cîhanî ya zimanê dayikê, ya ku ji alî rêxistina UNISCOyê ve di 21 meha sibatê de hatiye pesend kirin, ahengek li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de lidar xistin.

Cîgira Serokê Desteya Perwerdeyê di Kantona Cizîrê de Semîra Hac Elî ji K24ê re axivî û got: “Daxwaza me, banga me ji hemû dewletên navnetewî re heye, êdî îro Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî di hemû dewletan de, êdî danpêdanek pê bibe ji ber me xwe fêrî zimanê xwe kiriye û em perwerdeya xwe bi zimanê xwe distînin û ev ziman dê bibe zimanê fermî li herçar parçeyên Kurdistanê.”
Di 21 meha Sibatê sala 1999 an de, roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ji aliyê rêxistina UNISCOyê ve hatiye pesend kirin, da ku her netewek bi zimanê dayika xwe fêrî perwerde û zanistê bibe.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara sazî û dezgehên fêrkirin û perwerdeya bi Zimanê Kurdî zêde dibin, li gorî hindek zimanzanan ku nêzî 6 hezar ziman li ser xaka cîhanê hene û pêwist e hemû xemxwarê Zimanê Kurdî ligel tevgera siyasî hewldanan bikin da ku Zimanê Kurdî bi şêweyekî fermî di nav zimanên cihanê de ji alî rêxistina UNISCOyê ve were pesend kirin.