Putin: Em li Sûriyê berjewendiyên xwe diparêzin

Rûsya di şerê li Sûriyê de, piştgiriya rejîma Sûriyê dike li dijî opozîsyona wî welatî, lê ew vê yeke redike û dibêje ku, li Sûriyê şerê grûpên terrorist weke DAIŞ û Cebhet El-Nûsrayê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Velademir Putin rgehand ku, hêza wan li Sûriyê berjewendiyên yekîtiya Rûsyayê diparêzin, herwiha parastina welatiyên sivîl li wî welatî ji terorê dike.

Derbarê vê mijarê de, Serokê Rûsyayê Velademir Putin di "Roja  parastina welat" a ku Kremlinê li darxdisiye wiha got: "Li Sûriyê terrorist Rûsyayê weke "dujmin" binav dike, lewma hêza me li wî welatî parastina berjewendiyên niştimanî yê Rûsyayê dike, herwiha parastina welatiyên sivîl jî ji terorê."

Putin da zanîn ku, hêza me alîkariya Artêşa Sûriyê di şerê li dijî terorê de dike, tekez kir ku, hêza welatên wî cihê rêzgirtinê ye ji ber ku, di vê rewşa hestyar de, ew li Sûriyê beşdariyê di parastina sivîlan ji zilim û kiryarên teroî dike.

Rûsya di şerê li Sûriyê de, piştgiriya rejîma Sûriyê dike li dijî opozîsyona wî welatî, lê ew  vê yeke redike û dibêje ku, li Sûriyê  şerê grûpên terrorist weke DAIŞ û Cebhet El-Nûsrayê dike.