Li Kilîsê piştî şerê Sûriyê pirjinî zêde bûye

Li bajarê Kîlîsê yê Bakurê Kurdistanê ku nêzîkê sînorê Sûriyê ye piştî şerê binxetê, bûyereke balkêş rû da. Jinên Sûriyeyî ku ji ber şer reviyane û hatine vî bajarî ligel mêrên Kilîsî dizewicin.

K24 - Kilîs

Li bajarê Kîlîsê yê Bakurê Kurdistanê ku nêzîkê sînorê Sûriyê ye piştî şerê binxetê, bûyereke balkêş rû da. Jinên Sûriyeyî ku ji ber şer reviyane û hatine vî bajarî ligel mêrên Kilîsî dizewicin. Lê belê piştî vê zewacê mêr, jinên xwe yên berê berdidin. Niha li bajêr gelek jin bi daxwaza nefeqeyê serî li dadgehê dane.

Jinên Sûriyeyî ku ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe reviyane, li bajarên biyanî bicih bûne. Yek ji wan bajaran jî Kîlîs e. Piştî koça jinan, li vî bajarî pirjinî zêdetir bûye. Jinên penaber, ji bo jiyaneke bextewar ligel mêrên Kîlîsî dizewicin. Herwiha mêrên zewicî dibin mêrê du jinan. Yan jî jina yekem dev jî mêrê xwe berdide.

Jinên ku ji mêrên xwe vediqetin ji bo nefeqeyê serî li dadgehê didin. Niha hejmara dozên bi vî awayî ji sedî 100 zêde bûye. Serokê Baroya Kîlîsê Muammer Fazliagaoglu diyar kir ku dema koçkirinê bi hezaran penaber li Kîlîsê mane û jinên ku bî mane ji bo berdewamiya jiyana xwe zewaceke nû dikin. Fazliağaoglu da zanîn ku li gor lêkolînên wan dozên jihevberdanê li gor sala borî îsal du qat zêdetir bûye.

Hatina Sûriyeyiyan hejmara pirjiniyê zêdetir kiriye. Lê li ser zewaca duyemîn hişyarî jî têne dayîn. Tê gotin zewacên nefermî, di nav malbatan de dibe sedema kêşeyan û derûniya jin û zarokan jî xira dike. Ev geşedan jî, tesîra şer a li ser jiyana mirovan tenê nîşaneyek e.

Beriya destpêka şerê li Sûriyê, nifûsa Kîlîsê 90 hezar bû. Lê belê piştî şer, zêdeyî 150 hezar penaber hatine Kîlîsê. Ji wan hinek kesan, li konbajaran hinek kes jî li navenda bajêr jiyana xwe didomînin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b9bd0e16-3640-4396-98d6-f9ac1b01222b/ZewacenPenaberan.ism/manifest