Rewşenbîr li dijî şer in û Erdogan wan tometbar dike

Rewşenbîran li dijî şerê navxweyî û xwesteka şer a Tirkiyê bi taybetî jî ketina Sûriyê ya bêjeyî ligel hevkariya Qeter û Siûdiyê kampanyayek dan dest pê kirin.

Azad Altun / K24 - Enqere

Rewşenbîran li dijî şerê navxweyî û xwesteka şer a Tirkiyê bi taybetî jî ketina Sûriyê ya bêjeyî ligel hevkariya Qeter û Siûdiyê kampanyayek dan dest pê kirin. Bi vê kampaniyê ev rewşenbîrên aştîxwaz careke din bûn amanca Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.

Bi pêşengiya Hewla Azadî Bo Ramanê ya Enqerê ku zêdeyî 200 rewşenbîr, nivîskar û hunermendan bi sernavê "Şerê li Sûrî naxwazin" kampanyayek hat destpêkirin. Di danezana hewla rewşenbîran de hat gotin ku ew ji ber ketina Tirkiyê ya bo Sûriyê nîgeran in.

Di vê derbarê de Lêkolîner û Berdevkê Hewldana Azadî Bo Ramanê Mahmut Konuk got: "Tirkiye dixwaze ku bikeve Sûriyê, tevî Qetar û Siûdiyê. Tirkiye dijminatiya Kurdan dike. Tirkiye hevkariya rêxistinên hovane yên wekî El Nûsra, El Qaîde û DAÎŞê dike. Erdogan xwe xistiye şiklekî wiha ku bê şer nikare raweste."

Di danezana rewşenbîran de hate gotin ku, "Di Tezkere ya 2003an de jî hatiye xwestin Tirkiye tevlî şerekî kirêt bibe. Em vê carê jî rê nadin Recep Tayyîp Erdogan ku Tirkiyê bixe nava şer û wê wêran bike.

Li ser vê yekê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan helwesteke dijwar nîşan da û rewşenbîr tohmetbar kirin: "We li vî welatî nifşekî welatparêz negihand. We çek daye destê wan û zanîngehên me bûne wekî gola xwînê."

Kampanya ku bi navbeynkariya Change.orgê hatiye destpêkirin ji aliyê rewşenbîrên wek Baskin Oran, Ferhat Kentel, Hasan Cemal, Murat Belge û Oya Baydar ve jî hat îmzekirin ku sala 2010an di referandûma "Têrê nake lê erê" piştevaniya Erdogan kiribûn. Lê îro ev heman nav Erdogan ji ber şerê li Sûrî rexne dikin.  

Rêveberê Hewldana Azadî Bo Ramanê Saît Çetînoglu li ser heman mijarê ji Kurdistan24ê re wiha axifî: "Em ne ji rexê Erdogan ne jî ji aliyê din. Kurd li her cihî wekî krîmînal têne nirxandin. Kurd li Iraqê jî li Sûrî jî li Tirkiyê jî bisuc re têne têkîldar kirin."

Helbestvan Adnan Caymaz jî wiha dibêje: "Teqîna Enqerê ji teqîna Pirsûsê, Diyarbekirê he wiha teqîna yekem ya li Enqerê ku pêk hat cûda nabînim. Ji bo em bikaribin li rûyê zarokên xwe binêrin divê em li rêxê Kurdan cih bigirin û pişta wan bigirin."

Piştgirên kampanyaya ku di 17ê Sibatê de dest pê kir di nava 4 rojan de gehişte 1500 kesî. Wek tê zanîn 1128 akademisyenên ku bi danezana 12ê Çileya Paşîn de kampanyayek derbarê "rawestandina şerê Bakurê Kurdistanê" dabûne destpêkirin ji aliyê Erdogan ve wekî xayîn hatibûn ragihandin.