Du Xiristyan di rizgarkirina Şedadê de hatin kuştin

Di 16ê vê mehê de Hêza Sûriyê ya Demokratîk di nav de jî Encûmena Leşkerî ya Xirstyan dest bi rizgarkirina bajarokê Şededê kirin, di 19ê vê mehê de jî ew bajarok rizgarbû, heta niha jî HSD li ser pêşketinên xwe berdewam in.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Xirstyan ragehan ku, du çekdarên xirstyan di şerê rizgarkirina bajarokê Şedadê de hatin kuştin.

Derbarê kuştina wan her du xirstyanan de Encûmena Leşkerî daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kirk u her yek ji şervan Iskender û Corc di şerê rizgarkirina bajarokê Şedadê û gundên wê de hatin kuştin, diyarkirin ku ew dê li ser şopa çekdarên di rizgarkirina hemû navçeyên di bin destê DAIŞê de berdewam bin.