YPSê sê rojnamevanên Tirk azad kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekineyên Parasatina Sivîl YPSyê 3 rojnamevanên Ajansa Anadoluyê desteser kiribû li Nisêbînê azad kir.
Ajansa Anadoluyê îro ragihandibû YPSyê 2 rojberê 3 rojnamevanên wan ên bi navê Rauf Maltaş, Onur Çoban, Kenan Yeşîlyurt ko li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê taxa Yenîşehîrê kar dikirin desteser kiriye.
Derbarê sedema desteserkirina rojnamevanan de jî da zanîn ko ew ji YPSyê destûr nestandine. Lêbelê piştî 48 seetan her 3 rojnamevan îro ji aliyê YPSyê ve hatin azadkirin.
Her 3 karmendên Ajansa Anadoluyê wekî peyamnerên şerî tên naskirin û li gelek deverên rojhilata navîn kar kirine.