Şêwekarên çar perçên Kurdistanê pêşangehekê birêve dibin

Di bin navê “Pêşengeha Kurdistan” de, 40 şêwekar ji çar parçên Kurdistanê li Parka Şanedar ya li Hewlêra paytext, reng û xemên gelê Kurdistanê bi hemû cûreyan nemayiş kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/14216ac1-e366-4bae-b53b-35ca3de42b64/peshengeha%20Kurdistan.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Di bin navê “Pêşengeha Kurdistan” de, 40  şêwekar ji çar parçên Kurdistanê li Parka Şanedar ya li Hewlêra paytext, reng û xemên gelê Kurdistanê bi hemû cûreyan nemayiş kirin.

Di pêşengehê de tabloyên  wekî şerê li Bakurê Kurdistanê û rizgarkirina Şengalê, herwiha êş û azarên Keçên kurd yên êzîdî hatin nemayiş kirin, lê tiştê ku dilê beşdaran xweş kiriye jî, wêneyên reng û hunera Kurdistanê bûn.

Bi beşdarbûna 40 şêwekarên her çar parçên kurdistanê, dê ev pêşengeh heya 29ê vê mehê bidome, da ku hemû bûyerên li her çar parçên kurdistanê dibin ji gelê xwe re nemayiş bikin.